Li Pirsûsê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zelal bû
18:27
JINHA
RIHA - Encama êrîşa xwekujî ya li Pirsûsê ku li hemberî endamên SGDF'ê yên dixwastin derbasî Kobanê bibin de pêk hat heta niha 10 jin 20 mêr, tevahî 30 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşa bombeyî ya xwekujî ya dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî înşaya Kobanê bibin hatin Pirsûsê de pêk hatî 10 jin 20 mêr tevahî 30 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di komkujiyê de li cihê bûyerê 23 kesan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 6 kesan û kesekî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê jiyana xwe ji dest dan.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dan ên navên wan hatin zanîn wisa ne: Koray Çapoğlu, Cebrail Günebakan, Uğur Özkan, Nurten Kılıç, Veysel Özdemir, Yunus Emre Şen, Nazegül Boyraz, Kasım Dedrem, Alper Sapan, Olcan Pirinç, Ferdane Kılıç, Hatice Ezgi Sadet.
Hate zanîn ku di êrîşê de 76 kes jî birîndarbûn e. Ji kesên birîndar 34 kes li ser piyan hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê derketin, 22 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dermankirina wan didome.
Ji birîndaran rewşa 20 kesan giran e û li nexweşxaneyên Riha û bajarên derdor tên dermankirin.
Piştî êrîşa bombeyî Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) ji bo lêkolîn, tesbîta nasmaneyê û lêpirsînekî bihêz 2 dozgerên komarê ji Pirsûsê re şandin
(ch)
