Girtiyên PAJK û PKK'ê : Em 3 rojan di şînê de 3 rojan di raperînê de ne

13:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK û PKK'ê daxuyandin ku li hemberî komkujiya Pirsûsê "3 rojan di şînê de 3 rojan di îsyanê de" ne. Girtiyan daxuyand ku dê di 24-26'ê tîrmehê çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin û gotin divê hemû kes li hemberî êrîşên DAIŞ û AKP'ê ewlehiya xwe bigirin.

Li ser navê girtiyên PAJK û PKK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ew dê bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê di 24-26'ê Tîrmehê de çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin. Di daxuyaniyê de êrîşa hovane ya li hemberî şoreşgerên gelên Tirkiyê yên ji bo piştgiriyê bidin ji nû ve avakirina Kobanê hat bibîrxistin û wiha hate gotin: "Em vê êrîşa dijmirovahî bi nefret şermezar dikin. Ev êrîş ji aliyê kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me di bin tarîtiyê de bihêlin li dar xistin. Hem gotin, polîtîka û helwestên li dijî lihevhatina gelan, muzakere û çareseriya demokratîk ji vê komkujiyê re zemîn amade kir. Ev êrîş li hemberî xeta HDP'ê ya ji serkeftina Kobanê hêz girtî pêk hatiye. Ev êrîş li hemberî perspektîfa netewa demokratîk û çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd e. Ev êrîş di şexsê rêhevalên ciwan ên SGDF'ê li hemberî pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Li hemberî pêşengên şoreşger Denîz, Mahîr, Paramaz û Sarya ne. Ev êrîş li hemberî serkeftina Girê Spî û hêzên YPG û YPJ'ê û hêzên şoreşger ên li ser xeta Cerablus-Reqqayê pêş de diçin e."

'Li hemberî êrîşa riya sereke rêxistinbûn e'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelên Tirkiyê li hemberî vê êrîşê divê topyekûn xwe rêxistin bikin û yekîtiya xwe pêk bînin û wiha hate gotin: "Riya li hemberî êrîşan xwe rêxistinkirin e. Rêberê me berê gotibû 'dê êrîş li hemberî gel pêk bên û ji ber vê yêkê divê gelên me li gorî şer xwe amade bikin û rêxistinbûna xwe pêk bînin.' Divê di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê talukeya pêk tê bibînin. Divê tu kes çavê xwe li vê yekê negire."

'Divê gel ewlehiya xwe bi xwe bigirin'

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di serî de ciwan hemû gel li Riha, Kurdistan û Tirkiyeyê di bin talukeya êrîşan de ne û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê û pergala dewletê bi daxuyaniyên didin piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê, sînoran asteng nakin, çeteyan nagirtin û êrîşên wan asteng nakin. Em necarin vê yêkê lêpirsîn bikin û hesaba wê bipirsin. Divê ev hesap pirsîn tenê bi rexneyê bi sînor nemîne. Bi çalakiya desthilatdariyê bidin zorê û bi hiqûqê vê yekê zelal bikin. Parastina welatiyan berpirsiyara yekemîn a dewletê ye. Lê em baş vê dewlet û hikûmetê nas dikin ku ewlehiya xwe teslîmî wan nekin. Divê ciwan û gelê me ewlehiya xwe bi xwe pêk bînin. Li her bajar, navçe, gund û tax rêxistinên xwe yên îstîxbarî û parastina cehwerî pêk bînin. Divê civaka li her derê bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne."

'Em 3 rojan di şînê 3 rojan di raperînê de ne'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku weke girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê di navbera dîrokên 24-26'ê Tîrmehê de 3 rojan çalakiya gireva birçîbûnê li dar bixînin.

(ch)