Lî Herema Kudîstan a Federal di 5 mehan de 25 jin hate qetilkirin
14:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Rêxistina Tundiya li hembarî Jinan a Herêma Kurdistanê daneyên 5 mehên îsal a tundiya li ser jinan eşkere kir. Li gorî daneyên hatine dayîn li Herêma Kurdistanê tundiya li ser jinan zêde bûye.
Li gorî rapora ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Tundiya li hembarî Jinan a Herêma Kurdistanê ve hatî eşkere kirin di 5 mehên destpêkê ên îsal de 25 jin hatine kuştin, 33 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne, 96 jin şewitîne, 56 jinan hewildane xwe bi şewitînin, 63 jin rastî destdirêjiyê hatine û 2 hezar û 945 gilî di derbarê tundiya li ser jinan de pêk hatine.
Rapora ku meh bi meh daneyên tûndiyên li ser jinan tê meşandin hatiye nivisandin diyar dike ku tundîya mêran a li ser jinan her ku diçe zêde dibe.
(ch)
