Ligel konsepta şer pevçûn destpêkirin

10:51

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên hewayî ya duh êvarê dest pê kir hê berdewam dike, ligel vê li Licê, Şemzînan û Hezoyê pevçûn dest pê kirin.

Balafirên şer ên di bin navê ' Operasyona hemberî DAÎŞ'ê' duh êvarê li Qendîl, Xakurkê û Çelê heremên sivîlan bombebaran kirin. Ji Amed û Êlîhê 20 balafirên F-16 ya TSK'ê bi şev seat 00.05'an de Qadên Parastina Medyayê bombebaran kirin. Li gor agahiyan destpêkê heremên Zap, Basyan, Gare, Avaşin û Metina, piştre jî Xinêre û Qendîl ji alî balafirên şer ên Tirkiyê ve hate bombekirin. Bombebarandina ku heta serê sibê berdewam kir, hê jî didome. Li gor nagahiyên ajansa ANHA'yê Garê, Zap, Çemço, Metina, Heftanin û Avaşîn hatiye bombebarandin.

Li Licê polîsek hate girtin

Polîsek ê/a girêdayî Gerînendeya Emnîyeta Stenbolê yê/a ji nifûsa Mêrdînê ye û navê wî /wê nehat eşkerekirin, dema ji Mêrdînê ber bi Mûşê ve diçû li ser riya navbera navçeya Amedê ya Licê û navçeya Darhênê ya Çewlîkê ji alî komek PKK'yî hate girtin.

Li Licê rê hate girtin

Li ser riya Licê û Pasûrê şervanên HPG'ê rê girtin û 2 maşîneyên cerdevanan hate şewitandin. Hate ragihandin ku di navbera HPG û leşkeran de pevçûn destpêkiriye. Piştî pevçûnan leşkeran riya Amed-Çewlik û riya Licê- Pasûrê ji trafîkê re girtiye.

Li Şemzînanê teqîn!

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hember polîsan bombe hate avêtin. Di bûyerê de polîsek bi giranî 2 polîs birîndar bûn.Polîsên birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Bombeya dengê avêtin Konaxa Hikûmetê

Li navçeya Êlîh a Hezoyê êvarê seat di der dora 21.00 'an de bombeya deng avêtin qilûbeya ewlehiyê ya Konaxa Hikûmetê. Di encamê de polîsek û notirvanê qilûbeya ewlehiyê birîndar bû.
Li Bîsmilê 7 polîs birîndar bû

Li Bîsmilê li avahiya polîsên hêza çevîk ê kêleka Gerînendeya Emnîyeta Bîsmilê ye êvarê seat 20.30'an de êrîşa bombeyî pêk hat. Di encama bûyerê de 7 polîs birîndar bû. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê

(ch)