Polîsan êrîşî Meşa Aştiyê kirin
19:17
JINHA
ENQERE - Welatiyên tevlî Meşa Aştiyê ya ji aliyê Bloka Aştiyê ve hat lidarxistin bûn, rastî êrîşa polîsan a bi guleyên plastîk hatin û gelek kes hatin binçavkirin.
Meşa Aştiyê ya ji aliyê Bloka Aştiyê ve li Enqereyê hat lidarxistin rastî êrîşa polîsan hat. Êrîşa polîsan a bi guleyên plastîk, bombeyên gazê ya li semta Kolejê destpê kir heta Cebecî berdewam kir. Polîsên ku êrîşî girseyê kirin gelek kes binçav kirin.
Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin de rêveberê TUHAD FED'ê Mehmet Baytekîn jî heye. Rageşiya di navbera polîs û girseya gel di nava kolanan berdewam dike.
(rc/ch)
