Komalên Ciwan: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye

12:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Komalên Ciwan nerazîbûneke tund nîşanî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk da û got, "Roj, li dijî nokerî, xiyanet, mêtîngerî û komkujiyan roja rabûna ser piyan û mezinkirina berxwedanê ye."

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir, ku li dijî êrîşan berxwedan were mezinkirin. Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de got, "Polîtîkayên tinekirinê yên dewleta faşîst a Tirk û berdevkê wê hikûmeta AKP'ê, ku ev demeke tên meşandin, li Pirsûsê qetilkirina 31 ciwanan, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û pêla girtina ciwanan, bûne dilopên dawî yên fûrandina sebrê. 'Pêvajoya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad' ku Rêber Apo bi ked û fedekariyeke mezin afirand, bi bombekirin û pêla girtinan a AKP'ê re, derbeke mezin xwariye. Mîna ku Rêberê me jî destnîşan dike, weke tevger û ciwanan, li şûna bendewariya ji AKP'ê, ji bo avakirina jiyana azad bi derfetên xwe, pêwîste gelê me bi pêşengiya ciwanan seferber bibe.

Polîtîkayên qirkirin û mêtîngeriyê ku tê xwestin bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê li ser Kurdistanê bê meşandin, li Pirsûsê şênber bûne. Her çend AKP'ê di çarçoveya operasyonên afirandina têgihiştineke li gorî xwe de dibêje ku li hemberî DAIŞ'ê dest bi operasyonên hewayî kiriye û wê weke 'rêxistina terorê' dibîne jî, ji aliyê esasî ve bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê komkujiya li Pirsûsê pêk hatiye. AKP'ê ji ber psîkolojiya sûcdariyê ew çend har bûye û ew çend zêdegavî kiriye ku tevgera me ya li dijî hêza kujer a faşîzmê DAIŞ'ê şerê ji bo mirovahiyê dimeşîne, mîna hev nîşan dide. Pêwîste tevahiya gelê me û ciwan vê zanibin, ku AKP û DAIŞ'ê heman hêz in, ji heman zemînê xwe xwedî dikin, di navbera wan de ti cudahî nîne. Hewldana AKP'ê ku xwe weke dijberê DAIŞ'ê nîşan dide, bi temamî senaryo û xapandine. Divê ti kes bi vê lîstikê nexape, AKP û DAIŞ'ê ji ser xaka Kurdistanê bibe û van êrîşan pûç bike."

'Bi pêşengiya ciwanan rabin serhildanê'

Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir û got, "Li hemberî komkujî, êrîşên hewayî û pêla girtinê yên AKP'ê, divê her kes bi awayekî aktîf li dij derkevin. Naxwe AKP'ê wê hîn bêhtir bêperwa bibe û êrîşên xwe zêde bike. Li dijî van êrîşên li hemberî hêzên rêveberiya şoreşê gerîla, gel û ciwanan, pêwîste gelê me bi pêşengiya ciwanan rabe serhildanê û careke din nîşan bide ku dînamîkên bingehîn ên şoreşê ne. Pêwîste her êrîş li bersiveke qat bi qat zêdetir rast were. Ji bo her ciwanekî tê qetilkirin divê bi hezaran ciwan biherikin qadên gerîla, li hemberî ciwanên tên girtin, helwesta herî tund li dijî leşker û polîsên AKP'ê were nîşandan. Hêza mêtînger AKP û DAIŞ hewl didin me ji xaka me derxînin, li hemberî vê, divê ev hêzên mêtînger ji Kurdistanê bên qewirandin. Ji ber vê yekê, heta ku Kurdistan bi temamî ji mêtîngeriyê bê paqijkirin, divê ciwan her derê veguherînin qadên berxwedanê."

'Ji bo me azadî azadiya Rêber Apo ye'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj, li dijî nokerî, xiyanet, mêtîngerî û komkujiyan roja rabûna ser piyan û mezinkirina berxwedanê ye" û ev xal hat destnîşankirin:

"Pêwîste tevahiya ciwanên Kurdistanê li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê bi serhildanan bersiva pêwîst bidin. Ji bo me mayîndebûna azadiyê bi paqijbûna Kurdistanê ji mêtîngeriyê û azadiya Rêber Apo re dibe. Ji ber vê yekê, heta em xwe bigihînin serketinê divê li her deverê û her demê çalakî bên lidarxistin û şerê rûmetê bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê bê meşandin. Ya ku bi operasyonan re hedef hatiye girtin ciwanên Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê pêwîste ciwanên Kurdistanê berpirsyariya xwe ya dîrokî û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Divê gelê me biparêzin, xwedî li vîna me derkevin, parêzvanê têkoşîna azadiyê artêşa me ya gerîla mezin bikin. Divê hemû ciwanên sosyalîst, demokrat, şoreşger, welatparêz û jinên ciwan bi ruhê serhildanên 6-8'ê Cotmehê û berxwedana Gezî, li ber xwe bidin û xwedî li nirxên xwe derkevin."

(rc)