PDK gundan valadike

12:41

JINHA

SİLÊMANÎ - Hat ragihandin, hêzên asayîşa PDK'ê, piştî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê, bi rêya telefonê li gundiyên Heftanînê geriyan û ji gel xwestin gundan vala bikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hêzên asayîşê yên PDK'ê, piştî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi rêya telefonê li gundiyên Heftanînê geriyan û ji gel xwestin gundan vala bikin. Hat ragihandin ku PDK'ê gotiye, "Di navbera PKK û Tirkiyeyê de aştî wê xera bibe. Dewleta Tirk wê li vê herêmê kevir li ser kevir nehêle. Hûn hemû werin bajêr." Tevî vê banga PDK'ê jî, gundiyên herêma Heftanînê yên ser bi Herêma Parastina Medyayê cih û warên xwe neterikandin.

(zt)