Li Nisêbînê polîsan ciwanek qetilkir

12:41

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê polîsan ciwanek qetilkir.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ciwanên ji bo şermezarkirina êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî daketin kolanan, li êrîşa çekdarî ya polîsan rast hatin. Tîmên taybet li kolana Kanarya ya taxa Abdulakîrpaşa saet di 01:30 de, gule li girseya gel reşandin û di encamê de ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ciwanê jiyana xwe ji dest daye, di destpêkê de rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, dûre jî polîsan ew ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat ragihandin ku cenazeyê ciwan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin û polîs nahêle ti kes xwe nêzî cenaze bike.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku ciwan ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin.

(zt)