Şewata Lîcê cardin despêkir

12:41

JINHA

AMED - Şewata li Lîcê despêkirî cardin berdewam dike.

Li Deşta Fîsê ya navçeya Liceyê ya Amedê, şewata pêr ji ber topbaran û gulereşandina ji helîkopterên artêşa Tirk destpê kir û heta gundên Guçlu û Arikli li qadeke 10 kîlometreyî belav bû, duh bi şev ji aliyê gel ve hat vemirandin, lê îro ber destê sibehê careke din destpê kir. Li wê qada ku ji ber astengiya leşkeran karê cemidandinê nehatkirin, vê carê jî li nêzî Gundikê Pavna şewat derket.

Ji bo vemirandina şewatê li navenda navçeyê anons li gel tên kirin. Maşînên arkujî û kar jî hewl didin xwe bigihînin qadê.

(zt)