Şervanên YPG/YPJ'ê ketin Sirînê

12:42

JINHA

KOBANÊ - Li bajaroka Sirînê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAİŞ'ê şer giranbû.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ragihandine, şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Tohildana Şehîdan ji Kobanê derbasî bajarokê Sirîn a li başûrê Kobanê ye bûn û di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar di nava bajarok de diqewime. Ev demeke bû bajarokê Sirîn ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatibû dorpêçkirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe ji berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê biparêzin, mayîn li dora bajarok çandibûn û gelê sivîl weke mertal bi kar dianîn.

(zt)