Ji welatiyên heremê agahî nayê girtin

15:28

JINHA

AGIRÎ - Helîkopterên skorsky û kobra herêma zozanên gundê Zoravakirê yê Bazîdê gulebaran dikin. Hat ragihandin ku ji welatiyên heremê ya çûbûn zozanan agahî nayê girtin

Li gorî agahiyan, şevê din li çoltera gundê Norşînê yê Bazîd a Agiriyê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên derketibûn operasyonê de pevçûn derket. Di vê pevçûnê de yek jê bi giranî 3 leşker birîndar bûn. Hat ragihandin ku pevçûn bi hemû dijwariya xwe didome. Hat hînbûn ku helîkopterên skorsky û kobra herêma pevçûnê gulebaran dikin. Ji ber gulebarana helîkopteran welatiyên ku di nava wan de jin û zarok jî hene derketibûn zozanên gundê Zoravakirê li zozanê asê mane. Der barê rewşa welatiyan de agahî nehatine bidestxistin û ji jiyana welatiyan bi fikar in.

Her wiha di gulebarana helîkopteran de li herêmê şewat derketiye û şewat her ku diçe mezin dibe.

(rc/ch)