Kurdistaniyên Başûr dê ber bi Xabûrê ve bimeşin

16:16

JINHA

DUHOK - Kurdistaniyên Başûr bi armanca protestokirina astengkirina derbasbûna 13'e cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê dê ber bi Deriya Sînor a Xabûrê ve bimeşin.

Cenazeyê 13'e şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di berxwedana Rojava û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane ev 3 roje li ber Deriyê Sînor a Xabûrê tên rewastandin. Welatiyên bajarê Duhok û Zaxo ya Herêma Kurdistana Federal bi armanca protesto kirina helwesta dewleta Tirk ya li hember cenazeyên şervanan dê ber bi Deriyê Sînor a Xabûrê ve bimeşin. Welatiyên ku ji bajarê Duhok û Zaxo bên ba hev di saet 16.30'an de bê rêziya ku li hember cenazeyan tê kirin wê bê şermezar kirin.

(rc/ch)