'Roja Cîhanê ya Şengalê' dê were şermezarkirin
17:37
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna yekemîn salvegera ferman û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî welatiyên Şengalê, Meclîsa Êzdiyên Şengalê daxwaznameyek ji civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropî, hêzên Kurdistanî û Hikûmeta Îraqê re şandin.
Di dîroka 3'yê Tebaxê de yekemîn salvegera ferman û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên Êzdî yên Şengalê ye. Bi vê boneyê Meclîsa Êzdiyên Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya salekê dilê bi sedhezaran Êzidiyan hate birîndarkirin û destdirêjî li pêşeroj û hêviyên wan hatin kirin. Ev trajedî bi destên endamên dewleta rezîl û xurafeta îslamî (DAIŞ) li dijî welatiyên Êzidî yên herêma Şengalê ku bêhna alîkariya xayînan tê de hebû, pêk hat.''
'Em li pêşiya bêdengiya cîhanê rastî qirkirinê hatin'
Di daxuyaniya Meclîsê de hate destnîşan kirin ku welatiyên Êzidî di sedsala 21'emîn de rastî komkujî û kiryarên dijmirovahî li pêşiya çavên hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hatin û wiha hate berdewam kir: "Tevî êşa mezin a di dilê Êzidiyan de ye ku heta niha birîna wan nehatiye kewandin û bingeha nirxên mirovahiyê hejand, bêdengiya cîhanê bû, Netewên Yekbûyî, Bawermendên mafên mirovan û teknolojiya sedsala 21'an de hê jî berdewam dike. Welatiyên Êzidî li ser destên rêxistina herî teror di cîhanê de li pêşiya çavên hemû dezgehên çapemeniyê de rastî qirkirinê tên. Her wiha hemû perestgeh û gorên pîroz tên hilweşandin, zarok û pereyên wan tên dizîn û destdirêjiya her tiştî di bin ala ola Îslamê de tên kirin."
Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku hê jî bi sedhezaran welatiyên Êzidî ku ji herêmên wan hatine koçberkirin, bê cih û war mane. Ev tirajediya bi serê wan de tê tenê ji ber ku xwedî şaristaniya herî kevnar di Rojhilata Navîn de ne û wan qanûn derxistin û xweza (av, roj, ba û ax) pîroz girtin dest.
'Em di parastina xwe de bi israr in'
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana wan li dijî kujeran heta dilopa xwîna dawî berdewam e û wiha hate domandin: "Li ser vê bingehê û li dijî kujeran, hêzên tarî û xayînan Meclîsa Êzdiyên Şengalê di 14'ê Çileya 2015'an de wekî gava destpêkê ji bo birêxistinkirina welatiyên Êzidî hate avakirin. Meclîsê di encamnameya konferansa xwe ya damezrêner de 3 Tebaxa ya her salekê wekî "Roja Cîhanê ya Şengalê" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de yekemîn salvegera ferman û komkujiya li dijî welatiyên Êzidî bi êş bi bîr anî û ji çeteyên DAIŞ'ê û alîgirên wê re wiha got: "Êzidî bi komkujî û komployan tune nabin."
Daxwazên ku Meclîsa Êzdiyên Şengalê ragijandine wisa ye:
- Em bang li hemû civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan û Yekîtiya Ewropî dikin ku ji bo welatiyên çeteyên DAIŞ'ê revandine bêne rizgarkirin xebatên xwe zêde bikin. Her wiha Jenosîda li dijî welatiyên Êzidî li gorî qanûnên navnetewî ya mafên mirovan û kêmnetewan qeyd bikin.
- Parastina navnetewî ya ji bo kêmnetewên cîhanê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tê misogerkirin.
- Komîteyeke navnetewî ji bo lêkolîna sedemên vê buyera qirkirinên tê avakirin û aliyên ku beşdarî vê qirkirinê bûne di dadgeha navnetewî de bêne darizandin û wekî sûcdarên şer bêne bi navkirin.
- Ola Êzdî di lîsteya olên yekkirinê de li gorî qanûnên Netewên Yekbûyî ya parastina olan û rêzgirtina li hemberî wan tê zêdekirin.
- Lez bidin xebatên rizgarkirina Şengalê û binesaziya wê ava bikin û alîkariya welatiyên wê jî di aliyên madî û manewî de bikin.
- Em bang li hemû ciwanên Êzidî û hemû kesên ku ji bo parastina nirxên mirovahiyê dixebitin ku beşdarî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bibin
.
- Em bang li hemû hêzên Kurdistanê û partiyên wê dikin ku têkoşîna xwe di bin yek sîwaneya leşkerî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dijminên mirovahiyê de bikin û şengalê di demeke nêz de rizgar bikin.
- Em bang li hemû welatiyên Êzdî yên tevahî cîhanê dikin ku bi rêxistinkirina xwe xurt bikin û li ser bingeha avakirina Êzdiyatiyê meclîsên xwe ava bikin.
- Em bang li hemû welatiyên Êzdî yên tevahî cîhanê û aliyên azadîxwaz dikin ku di 3'yê Tebaxa 2015'an de rabin ser piyan û piştgiriya xwe bi Şengalê û welatiyên hatine revandin re bikin. Her wiha xebatên xwe ji bo şikandina bêdengiya civaka navnetewî li hemberî vê doza mirovahiyê zêde bikin.
- Em ji hikûmet û Parlemana Îraqê dixwazin ku bi awayekî fermî hêzên YBŞ'ê ku ev saleke welatiyên Êzidî diparêze, nas bike.
- Em bang li hemû partiyên demokrasîxwaz, tevgerên çepgir, azadîxwaz û rêxistinên mafên mirovan ên tevahî cîhanê dikin ku piştgirî û alîkariya doza welatiyên Êzdî bikin.
- Em bang li hemû dezgehên çapemeniyê, televizyon û radyoyên bi kurdî diaxivin dikin ku rastiyê ragihînin û dest ji hewldanên derxistina tevliheviyê di nava Kurdan de berdin. Mixabin hin televizyon li gorî berjewendiyên partî û kesane ku xizmeta dijminên Kurdan dikin, dixebitin.
Êrîşên artêşa Tirk a li dijî herêmên Parastina Medyayê hate şermezarkirin
Di daxuyaniyê de her wiha 3'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî gelên herêmê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: "Gelê Kurd bi hêzên xwe YPG'ê û YPJ'ê efsaneyên dîrokî di şoreşa xwe de nivîsandin." Her wiha ji bo berxwedana jinên Rojava ku ji tevahî cîhanê re îspat kir ku têkoşîna jinan bingeha serkeftina hemû şoreşan e, di daxuyaniyê de silav hatin şandin.
Di daxuyaniyê de her wiha komkujiya çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê ya li dijî endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyelîst li bajarê Pirsûsê bi tundî hate şermezarkirin û êrîşa dewleta Tirk li dijî herêmên kurdî û hilweşandina wê ji pêvajoya aştiyê re hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev yek nîşana lewazbûna Erdogan li hemberî fikra demokratîk û rastiya gelên Tirkiyeyê ye.
Daxuyaniya Meclîsa Êzdiyên Şengalê wiha bi dawî bû: "Em ji dijminên azadî, mirovahî û êzdiyatî û alîgirên wê yên xayîn re dibêjin na! Em dibêjin ku destdirêjiya li dijî jinên Êzdî ne tiştekî hêsan e û roja darizandina wan nêzîk e."
(ch)
