MHD bangawaziya meşa Gemlikê kir

14:27

JINHA

AMED - Hevserokê Şaxa Komeleya Hiquqnasên Mezpotamyayê (MHD) ê Amedê Serhat Karaşîn diyar kir ku wekî hiqûqnasên Kurdistanî ew ê di meşê de cihê xwe bigirin û wiha axivî: "Eger li hemberî ev mafê demokratîk astengî bên derxistin, em ê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin."

Li Amedê bi pêşengiya TUHAD-DER'ê û bi piştgiriya gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl bi şîara "Em bi sed hezaran re ji bo azadiya Serok Apo dimeşin" ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta Gemlîkê dê bimeşin. Meş di 1'ê Tebaxê de li Amedê bi tevlîbûna sed hezar kesan dê dest pê bike. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezpotamya (MHD) ya Amedê bi civînek çapemeniyê banga tevlîbûna maşa azadiya Ocalan kir. Civîn li avahiya MHD'ê pêk hat. Parêzerên endamên komeleyê tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de Hevserokê MHD'ê yê Amedê Serhat Karaşîn axivî.

'Em ê di meşê de cihê xwe bigirin'

Serhed diyar kir ku wan di 27'ê Tîrmehê de ji bo hevdîtina Ocalan 410 caran serlêdana hevdîtinê kirine û 410 caran bêyî ku sedemeke hiqûqî nişan bidin hevdîtin hatiye red kirin. Serhed destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî bêqanunî anîn Tirkiyeyê û heta niha jî li girtîgehê bi awayekî dijqanunî di bin tecrîdê de ye. Serhed Karaşîn da zanîn ku dewleta her car bi hinceta ku "keştî xirabe ye" hevdîtinê asteng dike û wiha got: "Dewleta ku nikare keştiyekê tamîr bike, niha bi teknolojiya herî dawî şer dide meşandin." Serhed anî ziman ku ev zîhniyeta ku qanûnan binpê dike û li gorî xwe bi kar tîne û got ku bi derxistina şerê navxweyî Tirkiye û Kurdistanê dixe nava xetereyê. Serhed got ji bo rawestandina şer û ji kesên şerxwaz re bersiva herî mezin bi girseyî tevlîbûna meşa 1'ê Tebaxê ya li Amedê ye. Serhed daxuyand ku ew ê wekî hiqûqnasên Kurdistanî di meşê de cihê xwe bigirin û wiha pê de çû: "Eger li hemberî ev mafê demokratîk astengî bên derxistin, em ê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin."

Serhed Karaşîn bang li her kesî kir ku tevlî meşa azadiya Ocalan bibin.

(ch)