Zaroka birîndar jiyana xwe ji dest da
11:48
Tîrmeh
31
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Zarokê 14 salî ya dema pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê de ji serê xwe bi giranî birîndar bû di nexweşxaneya ku tê de tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê dema pîrozbahiya rizgarkirina Kobanê ya 26 Çile 2015'an de zarokê 14 salî ya bi navê Mehmet Karal bi cîsmekî ji serê xwe bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Şirnexê de dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Mehmet piştî karên otopsiyê dê li navçeya Silopî ya Şirnexê were definkirin.
(ch)
