YPG: Êrîşên Sirîn û Cerablûsê hate şikandin

16:51

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama operasyona Sirîn û Hesekê eşkere kir. Di encamê de êrîşên çeteyan li Sirîn û Cerablûs hatin şikandin, li Panorama ya başûrê Hesekê operasyona berdewam dike. Bi giştî YPG’ê dest danî ser termê 26 çeteyan û gelek cebilxaneyan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama opersyona li bajaroka Sirînê û Hesekê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di encamê de êrîşên çeteyan li Sirîn û Cerablûsê hatin şikandin, operasyona li Panorama başûrê Hesekê didome. Bi giştî 26 cenazeyên çeteyan û gelek cebilxane ketin destê YPG’ê.

Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên şeva derbasbûyî li derdora bajaroka Sirîn dabûn destpêkirin bi temamî hat şikandin. Duh serê sibê di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi çekên sivîl ketibûn bajaroka Sirîn de pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Piştî pevçunên di nava rojê de pêk hatin belav bû ev êrîşê çeteyan hatin şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnên sing bi sing û dijwar de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 8 cenazeyên çeteyan bi dest xistin.

Di daxuyaniya duh a ji aliyê Fermandariya Kobanê ve hatibû belavkirin de hatibû gotin ku 7 rêhevalên me gihiştine şehadete. Di pevçunên heta êvarê dewamkir de 6 rêhevalên me yên din jî bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete. Bi vê awayî di pevçunên 24 saetên dawî de bi giştî 13 rêhevalê me gihiştine şehadete. Çeteyên DAIŞ’ê şevê din ji milê Cerablûsê bi çekên giran û topan êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li ber çemê Firatê. Piştî hêzên me bersiv dan, çeteyan neçar man êrîşên xwe bidin sekinandin.

Hesekê operasyona berdewam dike

Operasyonên hêzên me ya ku bi armanca paqijkirina çeteyan ji Hesekê hatibû destpêkirin berdewam dike.

Hêzên me şevê din ji taxa Neşwê ber bi herêma Panorama ya başûrê bajer ve pêşketin. Operasyona ku li hember çeteyên ketibûn taxa Hey Zihur hat lidarxistin, bi awayekî serkeftî berdewam dike. Di vê operasyonê de hêzên me derbên giran li çeteyan xistin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê herême 18 termê çeteyên hatine kuştin, 13 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û bêtelek bi dest xistin.

Operasyona hêzên me didomin.”

(ch)