Di salvegera komkujiyê de ber bi Şengalê ve meş
17:22
JINHA
DÊRİK – Bi boneya yekemîn salvegera komkujiya gelê Êzidî ku di 3’ê Tebaxê li 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ ê hatibû kirin, bi hezaran gelê sivîl koçber bû. Gelê Êzidî û ciwanên kampa Newroz wê 1’ê Tebaxê bi meşekê heya Şengalê biçin û li wir komkujiyê şermezar bikin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê hemberî gelê Êzdî komkujiyek mezin pêk anî, di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û koçber bûn. Her wiha gelek jinên Êzdî li bazarê hatin firotin. Gelê Êzdî ev komkujî weke “Fermana 74’an” bi nav kirin.
Bi boneya şermezarkirina roja komkujiyê wê gelê Êzdî ji kampa Newroz heya Şengalê bimeşîn û li Şengalê jî wê komkuji bi awayek girseyî were şermezarkirin.
Di derbarê çalakiyên de Endamê Komîteya amadekar Helbest Şengalî ji Ajansa ANH’ê re axivî.
Helbest Şengalî amadekariyên meşê wiha ragihand: “Em jî wek ciwanên kampa Newroz me dest bi amadekariyên meşekê kiriye, ev meş bi navê ciwana wê bê çêkirin. Her wiha ji bo meşê me kincên spî dirûtine, wêneyên fermanê amade kirine. Amadekariyên me yên meşê bi dawî bû.”
Helbest diyar kir ku wê tû komkujî ferman neyên serê gelê me, em ê weke ciwan bibin bersiva hemû êrîşên ji derve tên, her wiha em ê weke ciwanên Êzidî fermana 74’an bêbersiv nehêlin.
Helbest diyar kir ku ew ê ji kampa Newroz heya geliyê Kersê bimeşin û wiha got: “Wê di meşê de tû alên siyasî neyên rakirin. Ji derveyî ala YBŞ’ê û kesên di Şengalê de berxwedanî kirin û şehîd ketin wê alên wan werin rakirin.”
Helbest destnîşan kir ku wê ciwanên Kampa Newroz û ciwanên Şengalê li gelê Kersê bigihin ev û ji wir jî biçin ber Şêbil Qasim. Li vir em ê daxuyaniyek bidin û wiha got: “ Bila cîhan hemû bizanibe hîna ciwnên Şengalê li ser xwe ne û ne mirine. Wê ciwanên Şengalê li axa xwe bizivirin û kes nikarê me ji axa me qut bike. Êzidxan wê her wext bimîne.
Helbest Şengalî di dawiyê de bang li hemû ciwanên Êzidî kir kû vegerin Şengalê û li axa xwe ya pîroz xwedî derkevin.
(ch)
