Li Silopî ji bo 13 cenazeyên şervanan daxuyanî hate dayin
18:12
JINHA
ŞIRNEX- Li Silopî ji bo 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ 'ê ku dewlet dest daye ser û nade malbatan daxuyanî hate dayîn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak li vir bangawaziya ji bo piştgiriya malbatan kir ku hemû kes werin û tevlî çalakiya dayikan bibin.
Çalakiya gelê Şirnexê û malbatan ya ji bo 13 cenazeyên şervanên YPG/YPJ 'ê ku 7 roj in bi biryara Wezareta Karê hûndir hatiye sekinandin didome. Îro jî bi armanca şermezarkirina nedayina cenazeyan li deriyê Xabûrê bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Aycan İrmez, Ferhat Encu, parlementera HDP'yê ya Merdinê Enise Güney, parlementera HDP'ê ya Riha'yê Leyla Güven, Aktivistên KJA'yê ,DİSK, İHD, Hevserokên Şaredariyên Herêma Botanê, Hevserokên DBP'ê û HDP'ê ,endamên Baroya Şirnexê, saziyên sivîl û gelek welatiyan ve daxuyanî hate dayîn.
'Cenaze di bin 50 dereceyî de tê seknandin'
Li ser navê girseyê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û anî ziman ku heger mirovek bê kuştin dibe aîdî tevahî mirovahiyê û eziyeta ku li miriyan tê kirin derveyî mirovahiyê ye. Selma wiha berdewam kir: ''Sekinandina cenazeyan ne li gor ola îslamî ye. Kesên jiyana xwe ji dest daye pêwiste ku berî demekî bê definkirin lê 13 cenazeyên me bi awayek dijhiqûqî di bin 50 dereceyen de tê seknandin." Selma di axaftina xwe de bang li rayedarên dewletê jî kir û got: '' Ji cenazeyan metirsin û eziyet pê nekin lewre ev nêzîkatî dilê mirovan diêşîne û bi kîn dike. Em di asta xwe û biratiyê de ne."
'Pira aşitiyê hildiweşe'
Selma rayedarên dewletê ji bo bihestiyar nêz bibin hişyar jî kir û axaftina xwe wiha domand: ''Em dizanin ku ev biryar bi fermana Serokkomar hatiye girtin û tolgiritina şerê ku tê meşandin e." Selma bal kişand girîngiya piştgirî û têkoşîna hevpar û bang li gelê Tirkiyê, kesên çep û soyalist, feminist û demokratan kir û wiha pê de çû: '' Kesên ku ji xwe re bêje ' ez mirov im' divê tevahî piştgiriya malbatên şehîdan bikin lewre kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo mirovahiyê û ji bo biratiya gelan şer meşandine.'' Selma destnişan kir ku bi van neheqiyên tên kirin pira aşitêyê jî hildiweşe û bang li hemu kesî kir ku li vê pira biratiyê xwedî derbikevin.
'Ma hûn ne însan in?'
Piştî Selma Irmak Serokê Baroya Şirnexê Nuşirvan Elçi axivî û diyar kir ku li gorî kîjan hiqûqê dibe bila bibe kesekî mirî divê hewqas neyê sekinandin û got: '' Rayedarên dewletê mecbûrin ku van cenazeyan derbas bikin''
Piştî axaftina heyetek derbasî Başur bûn û dayikek ku kurê wê jî di nav 13 cenazeyan de bû nerazibûna xwe anî ziman û got: '' Li tû cihê zilmek bi vî awayî tûne. Ma hûn ne insan in?' çima hûn zarokên me nadin me?''
(ma/ch)
