Li Hember Midûriyeta Emniyeta Geverê êrîşa bi roketan

14:12

JINHA

COLEMÊRG - Li hember Midûriyeta Emniyeta Geverê êrîşên bi roketan despêkir û şer derket.

Li herêma Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Geverê û avahiya Edliyeyê lê ye, li dû hev êrîşên bi rokêtan hat kirin. Piştî teqînê şerê çekdarî destpê kir. Ji ber şer, dikandarên navçeyê dikanên xwe girtin. Gel ket hundirê malên xwe. Di navbera polîsên dor li taxa Gungorê girtine û çalakgeran de şer dewam dike.

(zt)