Çetan êrîşî Mexmurê kirin 3 birîndar

11:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Berî kêliyekê çeteyên DAIŞ’ê qezaya Mexmûr a girêdayî Hewlêr dan ber katûşayan û 3 welatî birîndar bûn.

Li gor agahdariyên hatine girtin vê serê sibê saet di 09.50’an de çeteyên DAIŞ’ê du katûşa li qezaya Mexmûrê dan. Di encamê de 3 welatî birîndar bûne. Katûşaya din jî li derdora Mexmûrê û ya din jî li mala welatiyekê ketiye. Berpirsê YNK’ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî jî ji RojNewsê re ragihand ku katûşayek li mala welatiyekê ketiye û 3 kes ji wê malbatê birîndar bûne. Gelalî ragihand ku niha ti metirsiyek li ser Mexmûrê nîne.

Duh jî çeteyên DAIŞ’ê 5 katûşa avêtin Mexmûr û kampa Mexmûrê. Yek li derdora kampa Mexmûr û yên din jî li qezaya Mexmûrê ketibû. Çeteyên DAIŞ’ê 6’ê Tebaxa 2014’an êrişê kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê kiribûn û dagir kiribûn. Piştî 3 rojan bi tevlîbûna gerîla û pêşmergeyan hatibû rizgar kirin.

(zt)