Di êrîşên ser Mexmurê de jinek birîndar jiyana xwe jidest da
13:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ’ê 2 katûşan avêtin bajaroka Mexmûrê û 3 welatî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndara ku rewşa wê giran bû jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya RojNewsê saet 09.50’an çeteyên DAIŞ’ê du katûşa avêtin bajaroka Mexmûrê ya Hewlêrê. Katûşek li mala welatiyê bi navê Îbrahîm Zeelan ket. Di encama teqînê de jinek û 2 keçên wî birîndar bûn. Her sê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû hewldanên rizgarkirinê keça wî ya mezin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her du birîndarên din li nexweşxaneyê tên dermankirin
Di nava 10 rojan de ev cara sêyemîn e çeteyên DAIŞ'ê bi hewan û katûşan êrîşî Mexmûr dikin.
(zt)
