Li çiyayê Cudî û Gabarê şewata ji ber bombabaranê derket berdewam dike
11:07
JINHA
ŞİRNEX - Li Çiyayê Cudî û Gabar ji ber bombebarana leşkeran şewat berdewam dike û leşker nahêlin welatî herin herêmê û şewatê vemirînin.
Li Şirnexê Çiyayê Cudî û Gabar ji ber bombebarana leşkeran şewat berdewam dike û leşker nahêlin welatî herin herêmê û mudaxeleyê li şewatê bikin û vemirînin. Leşker bi topan û helîkopteran cihên ku agir pêneketî yek bi yek bombebaranê dike û her wiha ji ber ku demsal havîne û giha hişk bûye agir demek zû belav dibe. Hat zanin ku li Çiyayê Cudî û Gabar heta niha bi dehan hektar daristan şewitî.
Hat ragihandin ku şevê din seat 22.30'an de Qerekola Sînor ya Giteyê ya navçeya Silopiya 3 top avêtine Çiyayê Cudî. Di encama top avêtinê de li gundê Silipê herêma Sêvokê şewat derket. Welatiyê li gundê nêzî Silipê Herbolê jiyan dike Pitros Karatay destnîşan kir ku beri niha jî ev herêm hatibûn bombebaran kirin û leşkeran top avêtin cihê ku beri niha agir pêneketî. Li milê navenda Şirnex yê Çiyayê Cudî jî di encama bombebarana helîkopteran şewat berfireh dibe. Agirê ev çend rojin li herêmên Şehrevan û Xarêkuna pêketî ji ber leşker nahêlin tu kes biçe herêmê bi rojan şewat didome zerarên mezin dide xwezayê. Li herêmê ji ber ku giha hişk bûye agir demek zû belav dibe û hat ragihandin ku heta niha bi dehan hektar daristan şewitiye. Hat zanîn ku serê sibê Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salih Gulenç û gelek hemwelatiyên pê re ji bo agirî vemirînin diçin gundê Nerwex ê li Çiyayê Cudî.
Her wiha şewata Çiyayê Gabarê jî ji ber bombebaranên leşkeran bênavber berdewam dike. Qerekola girê B ya Leşkerî duh roj cardin top avêtin herêma Berêmire û di encamê top avêtinê de şewat derket. Welatiyên dixwazin herin agirî bi temirinin ji hêla leşkerên Qereqola Qesrikê ve hatin asteng kirin.
(zt)
