Ji 202 akademisyenan banga aştî û demokrasiyê

15:00

JINHA

STENBOL - 202 akademisyenan bi gotina "Em weled, xwendekar û ti ciwanên xwe qurbana şer nakin" li ser vî bingehî bang li hemû akademîsyen, mamosta û hemu welatiyan kirin ku bibin aligirê demokrasî û heqîqetê.

Prof. Abdullah Sessîz, Prof. Ahmet Ozdemir Aktan, Prof. Alî Kerem Saysel, Prof Atîlla Guney, Prof. Ayla Zirh Gursoy, Prof. Ayşe Gozen, Prof. Betîgul Ongen, Doç. Ceren Ozselçuk, Hindekar Chris Stephenson, Doç. Erdem Yoruk, Prof. Fatma Gok, Prof. Ferhat Kentel, Prof. Haldun Sural, Doç. Koray Çalişkan, Doç. Nazan Ustundag, Prof. Onur Hamzaoglu, Selîm Temo, Sevîlay Çelenk û bi giştî 202 akademîsyenên ku li zanîngehên Tirkiyeyê pêwirdarin banga bila çek bên bêdengkirin û dîsa vegerin maseya çareseriyê kirin.

202 Akademîsyen bi ser navê "Banga ji Tirkiyeyê re" daxuyaniyek niviskî weşandin û di daxuyaniyê de diayr kirin ku piştî ku di sala 2013'an de di meha Çileyê de ku bi awayekî fermî pêvajoya aştî/çareseriyê dest pê kir û piştî agirbestê ji bo Tirkiyeyê pêvajoyek nû hat destpêkirin û hêviyek mezin a aştiyê bi wan re çêbûye.

Weke Mandela ji bo Ocalan jî aştî hat xwestin

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Me di navbera salên 2013-2015'an de bi her awayî piştgirî da pêvajoya çareseriyê. Me avakirina Heyeta Mirovên Aqilmend û xebatan, di meclisê de der barê pêvajoa çareseriyê de derxistina qanûnê û Mutabakata Dolmabahçeyê bi awayekî erênî pêşwazî kir. Lê dema me li pêvajoyên aştiyê yên din lêkolîn kir pêvajoya li vê derê ji bo me kêm ma. Ji bo pêvajo bê mayîndekirin, diviya bu ku ji bo hin heyetan piştgirî bihata dayîn û şert û mercên aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan jî diviya bû ku wekî ya Mandela bûya. Her wiha me bi dehan caran destnîşan kir ku pêvajo ji polîtîkayên derve re nebe amûr."

Ji şer hikûmet berpirsiyar e

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di asta ku ew hatine de ji ber ku hikûmet pêvajoyê mayînde nekir, tu serarastkirinan nekir, ji ber polîtîkayên Sûriye, Iraq û Îranê ku hat wekî rewşa kevirê domîno, ev bû sedem ku şer dîsa dest pê bike û wiha hat gotin: "Ji şerê ku pêk hatiye hikûmet berpirsiyar e. Li gel hemû hîyariya STK'an jî tu guhdarî nehatiye kirin û Tirkiye bi awayekî lez û bez ber bi şer ve çûye."

Dê xwendekarên xwe nekin qurban

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan di nava salekî de li Kobanê û Pirsûsê gelek xwendekarên xwe winda kirine û ev tişt hatin gotin: "Dîsa di nava hefteyekî de me gelek ciwanên xwe winda kir. Bila ev yek bê zanîn ku em zarok, xwendekar û tu ciwanên xwe qurbanê vî şerî nakin. Ji bo me tu nelihevkirin ji pêşeroja ciwanên me girîngtir nîne."
'Bêdeng nemî in"

Akademîsyenan herî dawî di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em wekî 202 akademîsyenên ku di binî de îmzeya me hene, bang li xwendekar, kesên ku zanist ava dikin, hemû jin û zilaman dikin ku dema ji we re gotin bêdeng bini, bêdeng nemînin û li şûna aştî, demokrasî û heqîqetê cihê xwe bigirin."

(zt)