Zaroka 6 salî ku ji aliyê polisan ve hatî birîndar kirin ji nexweşxanê derket
13:57
JINHA
AMED - Zaroka 6 salî ya ku şevê din bi guleya gazê ya polîsan birîndar bûyî ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dewletê tedawî dibû ji nexweşxaneyê derket.
Şevê din zaroka 6 salî ya bi navê B.A. ya bi guleya gazê ya ku polîsan avêtî taxê birîndar bûyî, vê sibê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dewletê ya Amedê deket. Li ser riya Dr. Sitki Gural ya taxa Huzurevlerî ya Amedê polîsan êrîşî ciwanên ku qetlîama Sîlopiyê şermezar dikirin, kir. Polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin nava taxê. Guleya gazê kete hindirê avahiya Yusuf. Di encamê de zaroka 6 salî ya bi navê B.A. ya ku li şaneşînê razayî birîndar bû. Guleya gazê li cem B.A.'yê ket û zarok û kesên di malê de ji gazê bi bandor bûn. Bavê B.A.'yê Embiya Aktoprak diyar kir ku dema ciwanan agir vêxist gelek TOMA û wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û wiha got: "Polîsan bombeya gazê avêtin jorê û bombeya gazê di cama aşxanê re kete hindirê malê. Bombeya gazê ket ber newqa keça min ya li şaneşînê razayî. Hem di mal de hem jî ji derve gaz hebû. Cih nebû ku em xwe xilas bikin."
(zt)
