Meclisa Bajêr a Silopiya: Rewabûna ti saziyên dewletê nema
17:11
JINHA
ŞIRNEX - Meclisa Bajêr a Silopiya diyar kir ku ji 7'ê tebaxê heya niha li hember gel şerek bi zanebûn tê meşandin û wiha got: "Êdî ti rewabûna saziyên dewletê nemaye."
Meclisa Bajêr a Silopiya ji ber êrîşên dawî yên ser gelê Kurd tên meşandin û nêzîkatiyên saziyên dewletê daxuyaniyek dan. Hemû saxiyên civaki yê sivîl tevlî daxyaniya li ber Meclisa taxê ya Ofîsê hat dayîn bûn. Li ser navê Meclisê Jiyan Demir daxuyaniyê xwen. Jiyan diyar kir ku ew wek ew weke Meclisa Bajêr a Silopiya êdî bi dewletê re nameşin. Jiyan got ku pêvajoya aşitiyê ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daya despêkirin lê hûkûmeta AKP’ê tu gav navêtiye û dest bi polêtîkayên imhayê kiriye. Jiyan di dawama daxuyaniyê de desnişan kir ku ev 5 mehin tecrid li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Jiyan da zanîn ku piştî komkujiya Pirsusê AKP’ê li Kurdistanê şer îlan kiriye û wiha dewam kir: "Qadên Parastina Medyayê hatin bombabaran kirin, Xewezaya Kurdistnê hata bimbabaran kirin. Gûnd û zozan hatin vala kirin. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî qetlîama gûndê Zergelê ye.”
‘Saziyên dewletê rewabûna xwe wunda kirin e’
Jiyan balê kişand ser şerê topyekûn kun li Silopiya tê meşandin û ev tişt got: "Ji 7 Tebexê virda şerek li vir tê meşandin. Di encama vî şerî de 3 welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dan.”Jiyan got ku ew van qetliamê te meşandin lenet dikin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Hemu saziyên dewletê rewabûna xwe hûnda kirine . Em dewletê red nakin lê êdî em bi dewletê re bi rêva naçin. Rayadarên dewletê ku hatine tayîn kirin me bi rê ve nabin. Em ji îro pêde parastina cewherî esas digrin û li ser bingeha demokrasiyê jiyana xwe ava dikin. Ji îro pê de emê li hember hemû êrîşan parastina xwe ya cewherî pêş bixin."
(ma-pk/zt)
