Li İzmirê jinek rastî êrîşa kêran hat

11:30

JINHA

İZMİR - Li Karşıyakayê mêrê bi navê Y.Z.Y. bi kêran êrîşî hevjîna xwe S.T. kir.

Li semta Ornekoyê ya navçeya Karşıyaka yê mêrê bi navê Y.Z.Y. yê ku 3 sal berê ji hevjîna xwe S. T. cuda bûyî bi kêran êrîşî wê kir. Y. Z. Y. xwe veşart û li benda mayîna hevjîna xwe ma. Piştî demekê pêşî li S. T ya li otomobîla xwe siwar bû girt û bi kêran êrîşî wê kir. Yên bûyer dîtin agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan. Piştî ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê S. T bi ambulansê rakirin Nexweşxana Dewletê a Karşiyakayê, Y. Z. Y jî rakirin Fakulta Tibê a Nexweşxana Zanîngeha Ege yê.

Hat zanîn ku talokeya jiyana S. T ya ku ji 10 cihên xwe hatiye kêr kirin berdewam dike.

(zt/ch)