Aysen Furhoff a li Gurcistanê hat girtin dest bi gireva birçîbûnê kir

12:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Penabera siyasî û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, bi daxwaza serbestberdanê ji 10'ê Tebaxê roja Duşemê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kir.

Fûrhoff xwest daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo radestkirinê were redkirin Fûrhoff ji Wezaretên Karên Derve û Edaletê, Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê re name şand û, sedema destpêkirina greva xwe ya birçîbûnê vegot. Parêzerê Aysen li Gurcîstanê da xuyakirin ku doz wê di meha Îlonê de li dadgehê bê dîtin û heta wê demê Aysen dikare daxwaza penaberiya siyasî li Gurcîstanê bike.

Tevî Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan û Tevna Rêxistinên Jinan 15 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşandin û xwestin Aysen serbest bê berdan. Di medyaya Swêdê de jî teror û zexta Tirkiyeyê ya li penaberên li Ewropayê dijîn, bi tundî hatin rexnekirin.

(zt/ch)