Leşkeran bi ser kampa Kobaniyan de girt
14:48
JINHA
RIHA - Leşkeran bi wesayîtên zirxî bi ser Wargeha Şehîd Gelhat a li taxa Kulunçê ya Pirsûsê de girtin. Hat ragihandin ku leşkeran hin welatiyên Kobanê binçav kirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê leşker bi wesayîtên zirxî bi Wargeha Şehîd Gelhat a li taxa Kulunçê ya Pirsûsê ye de girtin. Hat ragihandin ku leşkeran li konên wargehê lêgerîn pêk anî û hin welatiyên Kobanê yên ku hejmara wan nayê zanîn binçav kirin. Her wiha polîs û leşker li taxa Midêba Biçûk û 4 taxê Pirsûsê bi ser 5 malan de girtin. Hat zanîn ku di serdagirtina mala li taxa Midêba Biçûk de welatiyê bi navê Halîl Çelîk hat binçavkirin. Hat zanîn ku di serdagirtinê din de tu kes nehatine binçavkiri.
Hat diyarkirin ku welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan û Fermandariya Cendermeyan a navçeyê.
(rc)
