Heyeta KOM'ê li Silopî lêkolîn pêk anîn

11:14

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta Meclîsa Jinên Azad (KOM) li Silopî malbatên welatiyên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin ziyaret kirin û li taxa Zapê ku polîsan êrîş lê pêk anîbûn lêkolîn kirin. Li vir endama KOM'ê Gulsum Agaoglu got; "Hêzên dewletê li Silopî rewşên ji salên 90'î yên herî awarte dide jiyandin."

Heyeta ku ji Meclîsa Jinên Azad (KOM) û Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat pêk tê ji bo ziyareta malbatên 3 welatiyên ku di 7'ê Tebaxê de li Silopî ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin û her wiha ji bo lêkolîna êrîşên polîsan yên li hember taxa Zapê hat Silopî. Beriya ku heyet biçe ziyareta malbatan li avahiya HDP'ê ya Silopî bi Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Aycan İrmez û Leyla Birlik, hevşaredarê Silopî Seyfettin Aydemir, hevşaredarên bajaroka Tilqebîn-Wehsit, hevserok û rêveberêb HDP'ê yên Silopî her wiha bi endamên KJA'ê re hatin cem hev. Li vir Parlementer İrmez derbarê êrîşên polîsan ên li Silopî agahî dan heyetê û piştre çûn serdana xizmên Kamûran Bilin, piştre malbatên Hidir Tamboga û Hamdi Ulaş ziyaret kirin. Piştre heyetê li Qada Zapê ku li taxa Zapê yê lêkolîn pêk anîn û çûn malbatên ku malên wan ji aliyên polîsan hatibûn şewitandin.

Li vir ser navê heyetê Gulsum Agaoglu got ku hêzên dewletê li Silopî rewşên salên 90'î yên herî awarte didin jiyandin û ev tişt gotin; "Piştî Paketa Ewlehiyê em îro li vir dibin şahidên qetilkirinan. Yên ku digotin Kobanê ha ket ha ket îro dixwazin heman tiştê li Silopî, Şirnex û Cizîrê pêk bîne. Ev yek li Kobanê pêk nehat û gelê vir yê berxwedêr destûr nade ku li vir jî pêk bê. Şer bi ser nakeve û em destûrê nadin, dê aştî bi ser bikeve."

Piştre Aktivîsta KJA'yê Aşye Gokkan diyar kir ku dê lîstikên terora dewletê li vir vale derbikeve. Gokhan anî ziman ku gel li Silopî parastina xwe ya cehwerî dike û axaftina xwe wiha domand; "Gelê Kurd ne weke demên berê ye û divê vê yekê her kes bizanbe. Îro li vir piştî vê wehşetê gel natirse û me pêşwazî dike. Ev yek jî dide nîşandan ku tişta ku dewlet dixwaze bike vale derketiye."

Piştî axaftinan heyet ji Silopî derket.

(no-zf/ch)