Li Stenbol, Denizlî û Colemêrgê serdegirtin: Herî kêm 20 binçavkirin
12:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîna operasonên qirkirina siyasî berdewam dikin. Li Stenbol, Denizlî û Colemêrgê ser gelek malan de girtin. Li Stenbolê 20 kes, li Denizliyê jî 5 kes hatin binçav kirin. Li Geverê polîsan ser malên siyasetmendaran de girtin.
Li navçeyên Bagcilar, Kuçukçekmece, Esenyurt û Beyoglu yên Stenbolê di serdagirtina malan de hejmara kesên hatin binçavkirin derketin 20 kesan. 20 kesên piraniya wan aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Navên kesên hatin binçavkirin ên hatin zanîn wisa ne: Cafer Ay, Ecevit Taştı, Şiyar Karabay, Hikmet Duman, Ersin Dadaş, Türkan Sünbül, Besi Kaplan, Feremez Erkan, Nevzat Yılmaz, Şehmuz Kalkan, Erdal Karabulut.
Hejmara kesên li Denîzliyê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin derketin 12 kesan. Hate zanîn ku 12 kesên di nav de Nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Oner û rêveberên HDP'ê jî hene bi hinceta endamên YDG-H'ê ne hatin binçavkirin.
Li Geverê jî Hevşaredarê Geverê Tacettin Safali jî di navê de polîsan ser mala 15 siyasetmendarên kurd de girtin. Di lîsta destê polîsan de navê 15 kesan hebûye, hîna hinek girtine binçavan an ne agahî nehatiye girtin.
(zt)
