4 taxên Farqînê dibin dorpêça polîsan denin!
15:14
JINHA
AMED - Li Farqînê ku bi rojan e li 4 taxan parastina cewherî pêk te, hate ragihandin ku polîs li dijî taxan amadekariya oparsyonê dikin, polîsan bi wesayîtên zirxî ketinên taxan bi cih bûne.
Li taxên Tekel, Mescît, Konak û Selahattîn ên naçeya Farqîna Amedê bi rojan in gel parastina cewherî pêk tînin. Hata ragihandin ku di dijî taxan polîs amadekariya operasyoneke mezin dikin ji ber vê yekê jî wesayîtên zirxî û maşîneyên kar anîne ber ketinên taxan. Bicihkirina wesayîtên zirxî yên wekî dupişk, kobra û panzeran îdiayên operasyonê zêdetir dike.
Li aliyê din li navenda navçeyê, li riyên ku ji Êlih û Amedê kontrolên rê tên kirin û helîkopter li ser navçeyê difirin.
Li navçeya ku alozî didome de parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan û Sîbel Yîgîtalp û hevşaredar ji bo abozî bi dawî bebe navbeynkariyê dikin. Ciwanên ku bi rojan e parastina cewherî pêk tînin jî diyar kirin ku heke hewldaneke êrîşê pêk bê dê taxên xwe biparêzin.
(zt)
