Li Lîcê xetên înternet û telefonan hatin asteng kirin

11:01

JINHA

AMED - Li navçeya Licê ya Amedê pişti ku Walitiya Amedê duh di saetên êvarê derketina sikanan qedexe kir niha jî hemû xetên înternet û telefonê hatin asteng kirin.

Li navçeya Licê ya Amedê ku Walitiya Amedê duh di saet 21:00'an de biryara qedexeya derketina sikakan dabû, xetên înternetê û telefon jî hatin asteng kirin. Bi navçeyê re têkilî tenê bi reya telefonên sabît pêk tê.

(zt)