Li Şemzînanê şer girane

11:06

JINHA

COLEMÊRG - Li navenda navçeya Şemzînan di navbea HPG û leşkeran de pevçûnên dijwar pêk tên. Li navçeyê înternet hatiye qutkirin û ji şevê din heya niha ji navçeyê tu agahî nayên girtin.

Ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji şevê din heya niha ji tu kesî agahî nayên girtin. Li ketina navçeyê li derdora Sanayî Sîteyê 3 rojin di navbera HPG û leşker û tîmên taybet de pevçûn di qewimin û şevê din jî pevçûn pêk hat û piştî pevçûnê şebekeya înternetê li navçeyê hat qûtkirin. Li navçeyê şebekay hemû operastorên GSM'ê û înternet hatiye qutkirin. Riya di navbera Gever û navçeyê de 3 rojin hatiye qutkirin.Li gorî agahiyên ji gundekî nêzî navçeyê hatin girtin li navçeya Şemzînan di navbera HPG'î û leşker û tîmtên taybet de pevçûnên dijwar pêk tên.

(zt)