Nasnama 2 sivîlên li Gimgimê hatîn qetilkirin diyar bû

11:16

JINHA

MÛŞ - Li Gimgimê du welatiyên di pevçûnên du rojan de hatin qetilkirin yek Rahîm Kiziltaş û yek jî Abdullah Toprak e.

Piştî hêzên parastina cewherî du rojan navçeya Gimgimê ya Mûşê di bin kontrolê de girtin, pevçûnên dijwar hatibû jiyîn. Piştî pevçûnan Walîtiya Mûşê daxuyanda ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Cenazeyên kesên hatin înfazkirin ji aliyê polîsan ve bi lezgînî rakirin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletî. 2 sivîlên ji aliyê tîmên taybet ve bi saxî hatin girtin û hatin înfazkirin yek Rahmî Kiziltaş ê ji taxa Alagoz di sala 1979'an de hatî dinê, yê din jî Abdullah Toprak ê ku ji heman taxê û di sala 1989'an de hatî dinê ye. Malbatên Rahmî û Abdullah çûn Meletî ji bo wergirtina cenazê zarokên xwe. Hîna her du sivîl li ku hatin înfazkirin nayê zanîn.

Nasnameya du kesên din ên hatin qetilkirin nehat zanîn.

(zt)