Li farqînê hewla komkujiyê didome: Ciwanekê jiyana xwe jidest da
11:21
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê piştî Walîtiya Amedê derketina nava kolanê qedexe kir, tîmên tayîbet û leşker bi wesayîtên zirxî li hemberî taxên ku dibin parastina komên parastina cewherî de ne operasyon da destpêkirin. Operasyona ku seat di 05.45'an de dest pê kir pevçûnên dijwar rû da. Hat ragihandin ku ciwanek bi guleya li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Farqîna Amedê şevê din li ser fermana walîtiya Amedê heta bangewaziya dawî derketina kolanan qedexe kir û piştî vê fermanê tîmên taybet û leşker bi wesayîtên zirxî seat di 05.45'an de hewl dan têkevin taxên Tekel, Mescît û Selahattînê yên din kontrola komên parastina cewherî de ne. Bi operasyonê re şebekeyên telefonê, înternetê hatin birîn û li ser navçeyê helîkopter digerin. Ji ber operasyanê li taxan pevçûn dest pêk kirin. Ligel pevçûnên li taxan teqîn jî pêk tên. Di seatên serê sibê de polîs û leşker bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn êrîşî welatî derketin kolanan kirin. Li navçeyê dengê teqînê û çekan tê. Hat ragihandin ku hin mal hatine şewitandin. Welatî nahêlin ku wesayîtên zirxî têkevin nava taxan.
Ciwanekê jiyana xwe ji dest da
Di pevçûnê de gule li serê ciwanê 20-22 salî yê bi navê Serhat ê ku paşnavê wî nayê zanîn ket û bi giranî birîndar bû. Ciwanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ligel hemû hewldanên rizgarkirinê ciwanê birîndar li naxweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
(zt)
