Meclisa Azadiya Jinê ber bi Farqînê ve ketin rê

11:36

JINHA

STENBOL - Heyeta Meclîsa Azadiya Jinê ji bo li Silopî lêkolînan bikin bi rê ketin. Heyetê ziyareta xwe ya Silopî taloq kirin û ber bi navçeya Farqînê ya dewletê qedexeya kolanan pêk hanîn û amadekariyên komkujiyê dikin ve bi rê ketin.

Heyeta Meclîsa Jinê (KOM) a ku plansaziya xwe ji bo biçin Silopî û li cihê komkujiyê lêkolînan bikin kir piştî dewletê li navçeya Farqînê dest bi operasyonan kir û li navçeyê qedexeya kolanan pêk anî ber bi navçeyê ve derketin rê. Heyeta ji 15 kesên di nav de wekîl, rewşenbîr, rojnameger û mafêzvanên mafên mirovan ên jin heyî li bendêne ku piştî nîvro li Farqînê bin.

Kesên di nava heyetê de cih digirin navê wan wisa ne: Nîmet Tanrikulu, Işıl Özgentürk, Nehveş Evin, Filiz Kerestecioğlu, Gönül Korkmaz, Hatice Ödemiş, Macide Şimşek, Evrim Kurdoğlu, Güneş Engin, Ceylan Bağrıyanık, Yüksel Mutlu, Ayşe Acar Başaran, Dilek Öcalan, Dilan Çetinkaya, Fatma Yalçın.

(zt)