Li Cizîr û Şemzînanê gel bi qirkirinan tên tehdîd kirin

12:50

JINHA

COLEMERG - Li Şemzînanê leşker anonsên "gundên xwe berdin an jî ji tiştên biqewimin em ne berpirsin" dikin. Li navçeyê xetên elektirîk û telefonan birîne, gel bi qirkirinê ru bi ru ne. Li Cizîrê jî ser bînayan sekvan bicîh kirine û amadekariyên qirkirinê dikin.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pevçûnên ku bi rojan e di ketina navçeyê de dom dikir li navenda Şemzînanê belav bû. Bi taybet li gundên Şapata û Yayla yên di ketina navçeyê de pevçûn giran bûne. Hate ragihandin ku helîkopterên Kobra herêmê bombebaran dike û li daristanan jî şewat derketiye. Hate zanîn ku piştî demeke ku xetên telefonên qût bibin car din peywendî bi navçeyê re hatiye kirin. Ji ber pevçûnan navenda Şemzînanê vala bûye û li gelek malan gule û roket îsabet kirine. Li taxên Yayla û Şapatanê jî ji wesayitên zirxî anonsa "Ji malên xwe derkevin. An na berpirsyar ne em in" tê kirin.

Hate zanîn ku hemû xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ji vir hatine girtin û birine cihek ne diyar û nexweşxane jî di bin kontrola leşkeran de ye.

Li Cizîrê sekvanan bicîh dikin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatî di çarçoveya xweparastina cewherî de li taxan xendek kolandin. Polîsên ku nikarin têkevin taxan li ser avahiyên qeymeqamiyê û midûriyeta polîsan bi torbeyên kumê çeper çêkirin. Hat ragihandin ku derdora avahiyan bi projektorên tê ronîkirin û li çeperan sekvan hatine bicihkirin.

(zt)