Dê jin nameyên bi qurdêlên aştiyê berlav bikin

13:09

JINHA

STENBOL - Sibê li Bakirkoyê dê jin li hemberî şer nameyên bi qurdêlên aştiyê belav bikin.

Sibê li Meydana Azadiyê a Bakirkoyê dê Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎGK) nameyên girêdayî şer li ser jinan bandorên çawan dike û şer çawaye belav bikin. Dê jin di nameyên bi qurdêleyên aştiyê de peyama: "Em ji sedî 50'î ne. Em dikarin vî şerî bidin sekinandin. Dema ku em bêjin divê em di cîhanek cuda de bijîn, emê di cîhanek cuda de bijîn." bidin. Di çalakiya sibê de dê jin meqil, zîl, def, tencere, darboqa û deholan li hemberî şer bigirin destê xwe û ji bo aştiyê deng derxînin. Çalakiya ku dê dinavbera saet 17.00'an û 19.00'an bêkirin de hemû jin vexwendîne.

(zt)