Li Şemzînanê êrîşên bi bombeyan herî kêm 4 welatî birîdar bûne

15:23

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lîcê Mertalên zindiyên ku ji bo di şer de ti qeyîbên can çênebin derketine ji aliyê leşkeran ve hatin gulebaran kirin. Pevçûnên li navçeya Şemzînan dijwar dibin û gundê Şepatan tê navçeyêu tê bombebarankirin û di encama bombebaranê de herî kêm 10 mal xirabûn û 4 welatî jî birîndar bûn. Keyayê gund Zeydan Ozel li Qeymeqamê Şemîzanan geriya û qeymeqam ji wî re got: "Bi HPG'iyan re hevdîtinê bikin bila paşve vekişin. Heke em dê gund gulebaran bikin."

Bombebarana gundê Şaptan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya ji aliyê panzer, helîkopter û Tabura Tekelî ve dihat kirin rawestiya. Di encama bombebaranê de li gund herî kêm 10 mal xirabûn û ji derdora gund dukel bilind dibe. Şewata tu mudaxeleya wê nayê kirin ber bi gund ve berfireh dibe.

Herî kêm 4 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyên yekemîn di encama bombebaran gund de welaityên bi navê Yasemîn Ozel, Aklîma Saraç, Muşîr Saraç û Abdulganî Saraç bi parçeyên Şarapnelê birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan ji aliyê leşker û polîsan ve hat valakirin welatiyên birîndar nebirin nexweşxaneyê û li gund tên girtin. Li gund heremên hêj tu kes negihijtinê hene û tirsa bîlanço giran bibe tê jiyîn.

Qeymeqamê Şemzînan gef li welatiyên Şepetan xwarin

Keyayê gundê Şepatan Zeydan Ozel ji bo bombebaran rawestê bi Qeymeqamê Şemzînan Murat Ozturk re hevdîtin kir û ji wî re got birîndar hene û ewlehiya canê wan nemaye. Ozel got ku Qeymeqam Ozturk jî wî re got, "Herî bi wan (hêzên HPG'ê) re hevdîtinê bikin. Bila ji herêmê xwe vekişînin. Bila xwîn nerêjê. Heke em dê gund gulebaran bikin."

Li sêgoşeya Lice-Hênê-Karazê danê sibehê leşkeran dest bi operasyonê kirin û di navbera wan û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Hat ragihandin ku şer her ku diçe dijwartir dibe. Li gorî agahiyan welatiyên li Deşta Fîsê dijîn ji bo pêşiya şer bigirin wekî mertalên zindî ber bi herêmê ve bi rê ketin û ji ber guleyên ji aliyê leşkeran ve hatine reşandin welatiyê li aşxaneyekê dixebite Aydin ê ku paşnavê wî nayê zanîn û welatiyek navê wî nayê zanîn bi giranî birîndar bûn.

Welatiyan bi derfetên xwe her du birîndar ji herêmê derxistin û ji ber gulebaranê nikarin wan bibin nexweşxaneyê.

Balefirên şer herêma şer lê germe gulebaran dike, ji ber gulebaranê agir bi herêmê ketiye. Çalakiya welatiyan jî berdewam dike.

(zt)