Heyeta HDP û DBP'ê ber bi herêma dişewite Lîcê ve ketin rê
15:33
JINHA
AMED - Li Lîcê Walîtiyî deketina kolanan qedexekiriye, balekfirên şer herêmê bombabaran dike, ber bombabaranê agir bi herêmê ketiye. Ji bo lêkolînkirina rewşê heyeta ji HDP û DBP'ê pêktê ber bi Lîcê ve ketin rê.
Duh bi şev ji aliyê Walîtiyê ve biriyara qedexekirina derketina kolanan hat dayîn. Ji duh ve leşkerên ku li Lîcê derketin operasonê agir berdan herêmên daristan ên ji Karazê heya Lîcê yên weke Licok, Sisê, Derxust û Fisê, bax û bîstan hemû dişetwitin. Her diçe agir belav dibe û şewat zêde dibe. Dema ku welatî ji bo vemirandina agir ber bi herêmê ve diçin ji aliyê leşkeran ve tên asteng kirin.
Piştî ku pevçûnê Rêxistina DBP'ê ya Amedê heyeta ji parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş, Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin û rêveberên HDP û DBP'ê pêk tê ava kir û ber bi herêm pevçûnê ve bi rê ket. Hat zanîn ku leşker pêşiya heyetê girtiye û nahêle ku heyet biçe herêmê.
(zt)
