Çalakiya mertalên zindiyên li Agiriyê bidawî bû

16:25

JINHA

AGIRÎ - Li çalakiya mertalên zindî ya li qontarê çiyayê Agiriyê bi dawî bû.

Li Agiriyê piştî ku ji aliyê Walîtiya Agiriyê ve birxara herêmên qedexe hate girtin ji bo pêşîlêgirtina opersoyn û valakirina gundan çalakiya mertalên zindî ya li mezraya Elê beriya du hefteyan hatibû destpêkirin bi dawî bû. Çalakiya ku bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû jibilî welatiyan parlamerterê HDP'ê M. Emîn Îlhan, rêveberên HDP û DBP'ê û saziyên sivîl ên civakî jî beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de parlamenter M. Emîn Îlhan axivî û got ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî şer daye dastpêkirin û wiha got: "Piştî çiyayê Agiriyê wekî herêma ewlehiyê hate îlankirin me jî li vir çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Çalakiya me ya ji bo vî herêmê bi dawî dibe. Lê li welat kaos û şer didome. Em li vir çalakiya xwe bidawî dikin, li bajaran mirov dikirin. Li Tirkiyeyê kurd û derûdorên cuda yên ku pêwîstiya wan bi aştiyê heye heta ku navnîşana çaraserî û aştiyê pêk bê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li gel dikin ku li dijî şerê ku Serokomar Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî daye destpêkirin di refên aştiyê de cih bigirin."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepikan bi dawî bû.

(zt)