Polîs li Surê gel tehdît dike

16:25

JINHA

AMED - Polîsên ku li semta navçeya Surê digerin anonsa "Bila kes derneyê derve, an ji bûyerên ku biqewimin em ne berpirsyarin" kirin û gel tehdît kirin.

Li semta Balikçilarbaşi ya navçeya Sur a Amedê, ji ber ku esnafan li dijî êrîşên ser Ferqînê pêk tê dikanên xwe venekirine rastî tehdîda polîsan hatin. Li gorî agahiyên hatine girtin, polîs li kolanên semtê digerin û anonsa "Bila kes derneyê derve, an ji bûyerên ku biqewimin em ne berpirsyarin" kirin. Li serê her kolanek jî anonsa "Bikevin malên xwe, li kolanan nesekinin" kirin.

(rc)