Li ser gundên Hurik, Hewrê û Zerê yên Lîcê êrîş

16:37

JINHA

AMED - Gundên Hurik, Hewrê û Zerê yên Lîcê ji aliyê lerşkeran ve hatin gulebaran kirin agahiyên di derbarê mirî û birîndaran de nehatine girtin. Hat zanîn ku rêveberên naçeya DBP û HDP a Karazê ber bi gundên Herwê û Zerê ve ketin rê.

Gundê Hurik ê girêdayî navçeya Lîce ya Amedê ji aliyê balefirên şer û leşkeran ve hat gulebarankirin. Li gorî çavkaniyên herêmî malên gundiyan hatine gulebarankirin, di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehatine bidest xistin.

Girêdayî mijarê Rêxistina Navenda DBP a Amedê daxuyanî da û diyar kir ku divê gundên herêmê li hewara gundê Hurik ê biçin.

Hat ragihandin ku gundên Hewrê û Zerê yên Lîcê jî ji aliyê leşkeran ve hatin gulebaran kirin. Li gel gundî di malên xwede jîbûne, bi guleyên rastî gund hemû gulebaran kirine. Ji ber bûyerên hatin jiyandin hat zanîn ku rêveberên naçeya DBP û HDP a Karazê ber bi gundên Hewê û Zerê ve ketin rê.

(zt)