Li gundê Zurê îdiaya komkujiyê

16:56

JINHA

AMED - Li Lîcê gundiyan diyar kirin ku leşkeran bi guleyên rastî êrîşî gundê Zurê kirine, agir berdane malan û gotin: "Di malên dişewitin de cenaze û birîndar hene. Leşker desturê nadin em cenaze û birîndaran derxînin." Parlementerên HDP'ê ber bi gund ve ketin rê.

Hat zanîn ku leşkeran êrîşî gundê Zurê yê navçeya Lîc a Amedê kirine, agir berdane gelek malan. Gundiyan dan zanîn ku malên leşkeran agirberdanê paşê jî bi guleyan gulebaran kirine, di wan malan de mirî û birîdar hene, cenaze di nava malên dişewitin denin. Gundiyan destnîşan kirin ku dema ew ji bo girtina cenaze û birîndaran ber bi malên dişewitin ve diçin ji aliyê leşkeran ve tên asteng kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin heyeta HDP'ê ber bi gundê komkujî lê hatî kirin ve ketin rê.

(zt)