'Em li hemberî şerê li ser bedena jinê pêk tê bêdeng namînîn'

16:57

JINHA

SEMSÛR - Hevbirên KJA'yê yên Semsûrê îşkenceya li ser cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Kewser Elturk pêk hatî şermezar kir û gotin li hemberî şer ên li ser bedena jinê pêk tên bêdeng namîn in.

Hevbirên Kongreya Jinen Azad (KJA) ên Semsûrê têkildarî îşkence û pêkanînên dijmirovahî yên li hemberî cenazeyê Gerîlaya YJA Star Kewser Elturk (Ekin Wan) li avahiya DBP'ê ya Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Semsûrê Gulseren Oner di civînê de axivî û diyar kir ku pêkanînên li dijî cenazeya Kewser hatin di mirovahiyê de cihê wê tuneye û wiha got: "Em jin hovîtiya li hemberî bedena jinê pêk hatine û ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê xirabtir e lenet dikin. Em Waliyê Mûşê yên li hemberî hovîtiyê û pêkanîna dijmirovahî tiştek negotî û tenê got lêpirsîn hatiye vekirin şermezar dikin."

Gulseren anî ziman ku şer li ser bedena jinê pêk tê û ew li hemberî encamên vî şerî bêdeng namîn in û wiha got: "Em bang li hemû kesên dibêjin ez mirov im li hemberî hovîtiya Kewser pêk hatî bêdeng nemînin dikin."

(rc)