Gultan Kişanak bang li Enqerê kir: Operasonên xwe bidawî bikin

18:07

JINHA

AMED - Heyeta ku di navê de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr û Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak jî heyî girêdayî êrîşên leşker û polîsan ser Farqînê bi Walîtiya Amedê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan Gultan Kişanak daxuyanî da û banga 'operasonên xwe rawestînin' li Enqerê kir û banga hestiyariyê jî li tevahî kesîman kir.

Ji bo lêkolînkirina navçeya Farqîna Amedê ya ku ser hewilên komkujiyê hene heyeta ku di navê de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Hevşaredara Bajarê Mezina Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Farqînê Aysel Bodakçi û Hevseroka Navenda HDP'a Amedê Gulşen Ozer jî heyî çun cihê bûyerê. Piştî ji cihê şer ji navçeyê vegeriyan bi Walîtiya Amedê Huseyîn Aksoy re hevdîtin kirin. Heyeta ku bi ramanca rawestandina operasonên li Lîcê û Farqînê dane despêkirin hevdîtin bi Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy re kirin, piştî hevdîtinê li ber avahiya Walîtiyê daxuyanî dan. Di derbarê naveroka hevdîtinê de Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak agahî da û got: "Helwesa Walî em memnûn kirîn. Em dixwazin berdewamiya wê bibînin."

'Operasonên li vêderê leşker birêve dibin'

Gultan wiha berdewam kir: "Li Farqînê şer heye. Operasonên li vêderê leşker birêve dibin. Li taxên, sivîl, zarok, ciwan û kal lêdijîn teqîn çêdibin. Li van taxan çekên giran tên bikaranîn. Di serî de Walî û Enqere, em bang li wan hemûyan dikin ji bo rawestandina van operasonan bila baldariyê nîşanbidin. Di pêşiya me de bi hijmar saet hene. Divê ji bo taboloyek hîn xiratir dernekeve holê hemû saziyên civaka sivîl ên welat têkevin nava tevgerê."

Piştî daxuyaniyê heyet carekdin ber bi Farqînê ve ket rê.

(zt)