Li Farqînê 2 jinên ciwan gulebaran kirin

18:33

JINHA

AMED - Li Farqînê êrîşên leşker û polîsan ser welatiyên sivîl berdewam dikin, 2 jinên ciwan gulebaran kirin û di dema gulebaranê de jinekê jî qeyîrana dil derbaz kir. Welatiyên navçeyê diyar kirin ku şev heya serê sibê polîs li nava kolanan şehde tînin û kolanan gulebaran dikin.

Şerê ku bi êrîşên leşker û plîsan li navçeya Farqînê despêkirî hîna berdewam dike. Li 4 taxan şer girane, di dema şer de jina bi navê Hanife Durak qeyîrana dil derbas kir. Li Taxa Mescit jî 2 jinên ciwan gulebaran kirin. Li Taxa Tekel jî leşker xendekên hatine kolan bi mekîneyên kar qepat dikin. Hîna ji navçeyê dengê top û çekan tê. Jina 76 salî Remziye Sarili jî da zanîn ku bi şev heya sibê polîs li nava kolanan digerin, şehde tînin û kolanan gulebaran dikin.

(zt)