Li Licê car din qedexeya derketina kolanan

19:32

JINHA

AMED - Qeymeqamiya Licê daxuyanike nivîskî weşand û ragihand ku ji bo îşev jî biryara qedexeya derketina kolanan hatiye girtin.

Qeymeqamiya Licê bi daxuyaniyeke nivîskî car din biryara qedexeya derketina sikakan îlan kir. Di daxuyaniyê de wiha hate nivîsîn: "Ji bo ewlehiya can û malê gel, li gor Zagona Îdareya Bajêr a hejmar 5442 û benda 32/Ç, li navenda navçeya me ji 18.08.2015 saet 21:00'an heta 19.08.2015 saet 07:00'an qedexeya derketina sikakan hatiye îlan kirin."

(zt)