Li Edeneyê polîsan mudaxeleyî meşa jinan kir
20:40
JINHA
EDENE - Jinan bi boneye şermezarkirina îskenca li cenazeyê Endama YJA Star Kevser Elturk (Ekin Wan) jin meşiyan. Meşa jinan rastî mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê hat.
Bi pêşengiya KJA yê li Taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê jin bi boneya protestokirina îskenca li cenazê Endama YJA Star Kevser Elturk (Ekin Wan) hatî kirin meşiyan. Lê mixabin meş rastî mudaxeleya polîsan hat. Bi sedan polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî pêşiya jinan girtin, bi gaza îsotan û ava şid mudaxeleyî meşa jinan kirin. Di dema mudaxeleyê de di nava ciwanên alîkarî didan meşa jinan û polîsan de şer derket. Polîsan heya hindirê malan gaza îsotan avêtin. Zarokên di hindirê malan de jî ji gaza îsotê ya hatî avêtin ziyan dîtin.
(zt)
