Malbata Rahmî û Abdullah li ber ATK'ê dest bi çalakiya runiştinê kirin
21:00
JINHA
MELETÎ - Ji ber ku cenazeyên her du sivîlên bi navê Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ên ku li Gimgimê bi destê tîmên taybet ve hatin înfaz kirin nedan malbatên wan, malbat li ber Saziya Tip a Edlî ya Meletî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê piştî ku hêzên parastina cewherî bajêr bi du rojan xistin bin kontrola xwe, du sivîlên bi navê Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn înfaz kirin. Cenazeyên her du kesan ku ji bo otopsiyê anîn Saziya Tip a Edlî ya Meletî ji ber hinceta "ewlehiyê" nedan malbatên wan. Ji ber ku ji malbatan re hate ragihandin ku dê du roj şûn ve cenazê teslîmê wan bê kirin, malbatan li ber Saziya Tip a Edlî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Rêvebirên HDP û DBP'ê jî piştgiriya malbatan dikin. Hevserokê DBP'a Meletî Polat Akkose bertek nîşanî nedayina cenazeyan da.
Çalakî berdewam dike.
(zt)
